Romana Derzîya Tirsê bi Kurdî derket

Di Derzîya Tirsê da tolhildana ji dîrok, civak, ji serlehengan û ji xwe bi xwe jî gelekî aşkere û dîyar e. Gelek xêzên sor tê da binpê dibin, ku ew jî bi xwe pirsgirêkên bêçare yên ku çarçoveya civakî, olî û sîyasî çandibûn, destnîşan dike. Di paşûla Derzîya Tirsê da gelek mijarên nuxamtî hene, ku bi hêsanî sedemên gurkirina şerê li Sûrîyê dîyar dikin.” Derzîya Tirsê cara yekem bi zimanê erebî sala 2009an, hevdem ji nav weşanên Dîfaf li Beyrûtê û Îxtîlaf li Cezaîrê derket û bû sedema gelek gengeşî û danûstandinan.
Heysem Hisên romannivîs û rexnegirekî Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê ye ku niha li Brîtanyayê dijî. Di sala 1978 de li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Ta niha sê roman bi zimanê erebî afirandine. Herwiha di warê rexneya wêjeyî de, 3 pirtûkên wî hatine çapkirin. Heysem pirtûkek ji kurdî wergerandiye erebî.
Berî Derzîya Tirsê, romana Heysem Hisên a “Qurbaniyên Gunehkariyê” ku sala 2009an, bi zimanê erebî derket, sala 2018an li Ameda Bakurê Kurdistanê, ji aliyê Weşanxaneya J& Jê ve, bi wergera Xalid Cemîl Mihemed bi zimanê Kurdî jî derket.

© Copyright 2020. All Rights Reserved